Elawî: Artêsa Iraqê nemaye, hemû komên çekdar in!
PeyamaKurd - Serokwezîrê berê yê Iraqê Ayad Elawî di salvegera damezrandina artêşa Iraqê de, got ku tiştek bi navê artêşê li Iraqê nema ye û hemû ji komên çekdar pêk tê.
Elawî gotiye: “Tiştek bi navê artêşê nemaye, hemû bûne komên çekdar. Welatên din rast û çep me bombebaran dikin û pêlavên xwe datînin serê me, ji ber ku artêşeke me ya xurt tune ye, kes tune ye ku bersiva wan bide.”
Elawî ji K24ê re daye xuyakirin: “Min artêş ji nû ve birêxistin kird û rêzên wê kirin yek. Min ew helwestên ku li dijî kurdan derketine red kir, niha jî em wan helwestan red dikin û qebûl nakin. Kurd gelê me ye û ne ji wê Heyv an Marsê hatine.”
Elawî bal kişand ser: “Di dema opozîsyonê de, gelê Kurd bi can û jiyana xwe em parastin. Kurdistanê ji aliyê Amerîka û Sedam Husên ve hatibû dorpêçkirin jî, lê dîsa jî Kurdan em parastin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin