El Hîwet: PKK li çiyayê Sengalê zîndanan ava dike
PeyamaKurd- Li gor medya Ereban PKK li çiyayê Şengalê bi dizî zîndanan ava dike da ji Sûriyê girtiyan bîne û wan bixe wan zîndanan. Li gor nûçeya di BasNews ê de hat belavkirin, berdevkê eşîrên Ereban yên herêma Kurdistanê Şêx Muzahim El Hiwêt ragihandiye ku hêzên PKK ê li çiyayê Şengalê çend zîndanan ava dike. Şêx Muzahîm El Hiwêt di beyana xwe de weha gotiye:
“Ev çend rojin ku PKK ji gundê Fawê yê ser sînorê Sûriyê, bi rêya tunelên ku amade kirine, ji deverê girtiyan tîne zîndanên Şengalê. PKK vêya li ber çavê hinek terefdarên Haşdî Şabiyê û artêşa Iraqê dike. Ez bang li hukumeta Iraqê û rêxistinên navdewletî dikim da bikin ku nasnameyên wan girtiyan bên aşkerakirin û lêpirsîn bên destpêkirin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin