Ehmedînejad ji bo hilbijartinên serokomariya Îranê namzediya xwe eskere kir
12 gulan 2021 19:38
PeyamaKurd – Serokomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad ragihand ku wî namzediya xwe bo hilbijartinên serokomariyê yên 18ê Hezîranê têne kirin daniye û got, heger namzediya wî bê vetokirin ew dê encamên hilbijartinan qebûl nike û deng jî nede.
Ehmedînejad ragihand ku wî ji bo hilbijartinên 13emîn ên serokomariya Îranê namzediya xwe tomar kiriye û got, heger namzediya wî ji aliyê Konseya Destûrê ya Yasadanînê ve were vetokirin, ew ê encamên hilbijartinê qebûl neke, deng nede û piştevaniya ti aliyekî jî neke.
Ehmedînejad diyar kir ku divê mafê hilbijartinê bi awayekî fermî û tam bidin gel û got, redkirina namzedan dijî destûrê ye ku yên vê bikin wê hesab bidin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ehmedînejad bû namzetê Serokomariya Îranê!
02 hzr 2024
Jiyan
Îbrahîm Reîsî di hilbijartinên serokomariya Îranê de bi ser ket
19 hzr 2021
Teknoloji
ANALÎZ | Di bin siya boykotê de hilbijartinên serokomariya Îranê
21 hzr 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin