Ehmed Sera: Em ê komîteyeke lêkolînê ava bikin

10 adar 2025 03:00
Ehmed Sera: Em ê komîteyeke lêkolînê ava bikin

PeyamaKurd – Serokomarê Sûriyê Ehmed Şera ragihand ku ji bo lêkolînkirina bûyerên li peravên Laziqiyê wê komîteyeke serbixwe bê avakirin.

Ehmed Şera îro Yekşemê 9ê Adara 2025ê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ew ê komîteyeke serbixwe ji bo lêkolînkirina binpêkirinên li dijî sivîlan li deverên peravên Laziqiyê ava bikin.

Şeraa diyar kir ku ji bo eşkerekirina sedem û şert û mercên bûyeran komîteyek bê avakirin û hemû berpirsyarên qirkirinê bên darizandin.

Ehmed Şera bang li aliyên pêwendîdar kir ku hevkariya komîteyê bikin.

Şera bal kişand ser wê yekê ku komîte dikare daxwaza alîkariyê ji her aliyekî ji bo lêkolînê bike, Şera da zanîn ku divê komîte di nava 30 rojan de rapora xwe pêşkêşî Serokatiya Sûriyê bike.