Ehmed: Divê hemû hêzên Hikûmeta Sûriyê ji bajarê Qamislo derkevin
PeyamaKurd – Seroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed di daxuyaniyekê rojnamevanî de diyar kir: “Divê hemû hêzên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve, ji bajarê Qamişlo derkevin.”
Îlham Ehmed da zanîn, divê hemû hêzên ser bi Hikûmeta Sûriyê ve, ji nav bajarê Qamişlo derkevin, ji ber ku dibin sedemên pirsgirêkan.
Seroka Desteya Cîbicîkar a MSD destnîşan kir, danûstandinên Rêveberiya Xweser bi Hikûmeta Sûriyê re derbarê vê mijarê de serî negirtine.
Herwiha Îlham Ehmed eşkere kir: "Rêveberiya Xweser, çend caran daxwaza danûstandinan li rejîma Sûriyê kir, lê rejîmê çareseriya pirsgirêkan bi rêya diyalogê qebûl nekir.”
Di 20ê meha Nîsanê de difah elwetenî ku komeke çekdarî ya Hikumeta Sûriyê ye, êrîşî rêbendeke asayîşa Rojavayê Kurdistanê kir û endamekî wê şehîd xist. Ji wê demê ve, şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derket û di encamê de taxa Tey ku take tax bû li bajarê Qamişlo di bin destê Hikumetê dibû, ket bin kontrola Rêveberiya Xweser, ev yek jî bi serpereştî û çavdêriyeke Rûsî tê kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin