Efrîn | Welatiyê ku 3 sal berê hatibû girtin pistî hat berdan jiyana xwe ji dest da

18 berfanbar 2021 00:39
Efrîn | Welatiyê ku 3 sal  berê hatibû girtin pistî hat berdan jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd - Welatiyê Kurd ê bi navê Mihemed Ednan Mele Elî yê 27 salî ku ji navçeya Raco ya Efrînê berî 3 salan ji aliyê çekdarên bi ser Tirkiyê ve hatibû girtin, pişt hat berdan ji ber îşkenceya lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan piştî rewşa tenduristiya Mihemed Ednan Mele Elî xerab bûye, çekdaran ew ji girtîgeha Raî berdane û piştî Mele Elî vegeriya mala xwe jî derketiye holê ku bi nexweşiya penceşêrê ketiye.

Hat zanîn malbatê kurê xwe Mihemed Mele Elî şandiye Tirkiyê da ku were dermankirin, lê belê bi hinceta ku nasnameya wî nîne li nexweşxaneyên Tirkiyê nehatiye dermankirin.

Li gorî ragihandina malbatê, Mihemed Ednan Mele Elî doh 16ê Kanûnê bi şev ji ber bandora îşkenceya di girtîgehê de lê hatiye kirin ku pê nexweş ketiye koça dawî kiriye.