Efrîn | Çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi çekan êrîsî ser du malan kirin

28 berfanbar 2021 16:06
Efrîn | Çekdarên ser bi Tirkiyê ve bi çekan êrîsî ser du malan kirin

PeyamaKurd – Çekdarên ser bi Tirkiyê ve, li Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê du mal talan kirin.

Li gor zanyariyan, gundê Kaxirê yê bi ser navçeya Mabata, çekdaran bi çekan êrîşî ser malên welatiyên bi navê Fehmî Hac Ebo û Mihemed Hisên Hemreşo kirin.

Çekdaran di encama wê êrîşê de, malên wan welatiyan talan kirin.