Efrîn | Çekdarên girêdayî Tirkiyê 2 welatiyên Kurd girtin
09 sibat 2022 15:43
PeyamaKurd – Çekdarên girêdayî Tirkiyê, li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 2 welatiyên Kurd girtin.
Li gor Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye Ibrahîm Şêxo daye zanîn, çekdarên koma bi navê “Polîsên Leşkerî” ya ser bi Tirkiyê, bi hevbeşî ligel çekdarên koma bi navê “Ciyş Elnuxbe”, ku dest danîna ser gundê Şêxutkê yê ser bi Nahiyeya Mabata, li Herêma Efrînê, roja Duşemê 7ê Sibata 2022yan, du welatiyên Kurd ji xelkên wî gundî, girtin.
Ibrahîm Şêxo herwiha eşkere kiriye, navê yekî ji wan Ehmed Hennan Reşo yê 54 salî ye û yê din Mennan Seîd Şêx Sîdî yê 40 salî ye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Çekdarên girêdayî Tirkiyê 3 welatiyên din ji navçeyên Efrînê revandin
24 tbx 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin