Edene | Bi hinceta endamên DAISê ne 10 kes hatin desteserkirin

08 hezîran 2022 15:06
Edene | Bi hinceta endamên DAISê ne 10 kes hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Edenê, di encama operasyonekê de bi hinceta endamên DAIŞê ne 10 kesên biyanî desteser kirin.

Medya Tirkiyê eşkere kir, di encama xebatên dijî DAIŞê de, 10 kesên biyanî ku pêştir di nav DAIŞê de bûne tespît kirine.

Herwiha polîsan îro sibehê 8ê Hezîranê bi ser 10 navnîşanan de girtin û bi hinceta endamên DAIŞê ne 10 kes desteser kirin.

Hat zanîn, 10 kesên desteserkirî ji bo Rêveberiya Ewlekariya Edenê hatin birin.