Ebdulbasid Hemo: “Amerîka bo Kurdên Sûriyê garantorekî bas e”

29 tîrmeh 2021 03:16
Ebdulbasid Hemo: “Amerîka bo Kurdên Sûriyê garantorekî bas e”

PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Ebdulbasid Hemo ji Almanya tevlî bernama K24 ê bû û li ser hebûna hêzên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê şiroveyan kir. Hemo, di axaftina xwe de got ku rola Amerîkayê gelkî xwurte û bo çareseriya pirsgirêka li Sûriyê û bi tabetî bo Kurdan garantorekî başe. Hemo weha got:

“Amerîka li Rojhilata Navîn û hemû dinyayê aktorê herî mezin e, bêguman pêwîst e ku li Sûriyê berdewam bibe, rolekî xurt a Amerîkayê heye ji bo çareseriya Sûriyê û bi taybetî ji bo me Kurdan jî bêguman garantoreke baş e.

Bêguman mana Amerîkayê bi awayekî leşkerî bi 900 kesan, cihê şanaziyê ye, lê hinek caran jî di warên din de negeşbîniyek heye, ji ber ku heta niha siyaseta Amerîkayê li herêmê, ne zelal e.

Hebûna Amerîkayê tiştekî pêwîst e û eger Amerîka vekişe, bêguman Sûriye ber bi zehmetiyan biçe, bi taybetî em weke Kurd jî, bakurê Sûriyê dê bêhtir xirab bibe, gelek baş e û em hez dikin ku Amerîka li herêmê bimîne.”

Lêbelê tevî vê yekê jî, Amerîka li gelek ciyan ne li gor berjewendiyên Kurdan tevgeriyaye, bi taybetî di referandûmê de û heta niha jî ev rêkeftina di navbera Kurdan de gavên pratîk ên xurt nehatine avêtin, bi taybetî jî ew xwesteka me ya Pêşmergeyên Roj tevlî herêma xwe bibin û karibin rola xwe bibînin, heta niha fişareke mezin li ser aliyê din nekiriye.”