DYA û Îngîltere ji hewa de êrîsê Hûsiyên Yemenê kirin

28 berfanbar 2024 23:36
DYA û Îngîltere ji hewa de êrîsê Hûsiyên Yemenê kirin

PeyamaKurd – Hûsiyên bi desteka Îranê ragihandin ku DYA û Îngîltere ji hewa de êrîşê Yemenê, bajarê Hacce devera Bahisê kirine. TV ya El-Mesire di ser hesabê xwe yê Telegramê de ragihand ku êrîş birine ser Hacceyê lê di mijara mirî, birîndar an xesarê de ti agahî nedan.

Îsraîlê jî di 26ê mehê de êrîşê biribûn ser Hûsiyên li bajarê Sana û Hudeydeyê, di êrîşê de 6 kes miribûn û 40 kes birîndar bûbûn.