Du welatên nav Hevpeymaniyê hêzên xwe ji Iraqê vekisandin
05 hezîran 2020 17:47
PeyamaKurd – Herdu welatên Avustralya û Zelanda Nû ku di çarçoveya têkoşîna dijî DAIŞê de, di nav Hevpeymaniya Navdewletî de hêz şandibûn Iraqê leşkerên xwe vekişandin.
Herdu welatan ragihandiye ku wan erka xwe ya rahênan û perwerdekirina hêzên iraqî bidawî aniye. Piştî biryarê rayedar û leşkerên Avustralya û Zelanda Nû ku li baregeha Tacîyê perwerdeya leşkerî didan vegeriyan welatê xwe.
Wezîra Berevaniya Avustralyayê Linda Reynolds ragihand ku hêzên wan erka xwe bicih anîne û ji ber wê jî ev biryar hatiye dayîn.
Hêzên şêwirmendî û rahênanê yên welatên Avustralya û Zelanda Nû ji sala 2015an ve li Iraqê bûn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Iraq xwest ku NY biryara vekisandina hêzên Tirkiye ji Iraqê bide
27 trm 2022
Cîhan
Fransayê hemû hêzên xwe ji Iraqê vekisandin
26 adr 2020
Cîhan
Hêzên Iraqê êrîsî cotkarên gundekî Kurdan kir
17 sbt 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin