Du sîrketên li Semsûrê enqazên avahiyan radikin pevçûn: 4 birîndar

24 hezîran 2023 00:34
Du sîrketên li Semsûrê enqazên avahiyan radikin pevçûn: 4 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) du şîrketên ku enqazên xerabeyên avahiyên erdhejê radikirin, pevçûn û di encamê de 4 kes birîndar bûn û 8 kes hatin binçavkirin. Pevçûn li kolana nexweşxanê ya taxa Yavuz Selim çêbû.

Li gor ragihandina çapemeniyê; ji bo xebitandina makînên kar û operatoran, di navbera rêvebirên şîrketan de munaqeşe derket û paşî pevçûn. Ji bilî rêvebirên şîrketan xebatkarên şîrketan jî ketin nav pevçûnê û lihev xistin. Polîsên çûn ciyê bûyerê nikaribûn wan ji hev veqetînin û destekê xwestin. Di encamê de bûyerê xistin bin kontrolê.

Di encama lihevxistinê de 2 kes bi alavên birek û 2 kes bi dar û keviran birîndar bûn. Bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Semsûrê. Polîs 8 kesî xiste binçav û lêpirsîna bûyerê dewam dike.