Droneke artêsa Tirkiyê otomobîleke fermandarekî HSDê li nêzîkî Girê Spî kir armanc

26 tîrmeh 2022 15:59
Droneke artêsa Tirkiyê otomobîleke fermandarekî HSDê li nêzîkî Girê Spî kir armanc

PeyamaKurd – Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova bi daxuyaniyekê diyar kir, droneke artêşa Tirkiyê otomobîleke fermandarekî HSDê li nêzîkî Girê Spî kir armanc.

Li gor Rewangehê eşkere kir, droneke artêşa Tirkiyê şeva borî otomobîla fermandarekî HSDê li gundê Bîr Ereb ê ser bi Girê Spî ve bombebaran kir û di encamê de ew fermandarê HSDê hat kuştin.

Heta niha ji aliyê HSDê ve tu piştrastkirin yan redkirin derbarê vê êrîşê de nehatiye dayîn.