Dr. Berzencî derbarê rewsa dawî ya koronayê de daxuyanî dan
PeyamaKurd - Wezîrê Tendrustiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî aşkere kir metirsiya Koronayê maye û pêwîste hemwelatî tedbîrên xweparastinê bi cî bînin.
Îro roja şemiyê (16.05.2020) Wezîrê Tendirustiyê Dr. Saman Berzencî got: "Daxwazê ji hemwelatiyan dikim tevdîrên xweparêziyê yên dijî nexweşiya vîrusa koronayê bi cî bînin."
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de Sr. Berzencî teqez kir ku, "ji qerebalixiyê dûr bisekinin û maske û lepik bikar bînin. Lewre korona maye û hîn bi dawî nebûye. Rast e li Herêma Kurdistanê rewş di bin kontrola me deye lê çend roj berê hin haletên nû hatin tomarkirin.”
Di berdewamiyê jî de Dr. Saman Berzencî da zanîn mixabin xelk pabendî tevdîran nabin û kombûnên qerebalix gelekî zêde çêdibin û ev jî dibe sedema nîgeranbûna wan. Erka hemwelatiyane xwebiparêzin û pabendî tevdîran bibin. Kêm kes maske bikartînin. Divê weke welatên din ê cihanê em jî xwe biparêzin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin