Doza girtina HDPê ji nû ve hat vekirin

07 hezîran 2021 22:54
Doza girtina HDPê ji nû ve hat vekirin

PeyamaKurd – Ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê girtin piştî vegerandina doznameya hatibû amadekirin careke din doz ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Darazê ve hat vekirin.

Li gorî doznameya dozvekirinê ya hatiye amadekirin ku ji 850 rûpelan pêk tê, ji bo 500 endam û rêveberên partiyê qedexeya siyasetê tê xwestin.

Serdozgeriyê doznameya bo girtina HDPê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hat şandin.

Beriya niha jî serdozgeriya tirk ji bo girtina HDPê doznameyek amade kiribû, lê bi hinceta kêmasî tê de hene Dadgeha Destûrê dozname li serdozgeriyê vegerandibû.