Dosya doza PKK/KCK ê ya esasî ya Entabê encam da
PeyamaKurd – Li bajarê Entabê doza esasî ya doza PKK/KCK ê encam da. Di encama darizandinê de bi tevahî ji bo 62 kesan 365 sal ceza dan. Ceza ji bo li bajarê Entabê rêxistin xwe birêdixe hat dayîn. Di nav kesên ceza xwarin de HDP, BDP û CHP yî hene.
Doz bi temamî 91 kesin lê ji 91 kesan 62 kes ceza sitendin û 24 kes beraet kirin. Di 14 ê tîrmeha 2020 an de bi serpereştiya serdozgerê Entabê lêpirsîn hatibû destpêkirin û dosya bi tohmeta “endamtiya rêxistina terorê” û “kirina propogandeya rêxistinê” li dadgeha cezayê giran ya 2 em doz hatibû vekirin.
Di encamê de serokên HDP ê yên şaxa Entabê yên berê Müslüm Kılıç û Abdullah İnce û ji bo 5 kesan her yek 7 sal û 6 meh ceza da. Di nav wan de 2 endamên meclisa bajêr yên CHP ê jî hene ku bi tevahî 49 kes ceza sitendin ku her yek 6 sal û 3 meh ceza dan wan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin