Dolar, Euro, Zêr… Bazaran dest bi hefteyeke çawa kirin?
PeyamaKurd – Piştî biryara Bankeya Navendî ya Tirkiyeyê ya ji bo zêdekirina faîzê ya ji sedî 30yî, livdariya dolar û ewroyê dewam dike.
Dowîza ku piştî tûra duyemîn a Hilbijartina Serokomariyê ya ku di 28ê gulanê hat kirin de zêde bû, tevî ku Bankaya Navendî biryara 4 qat zêdekirina faîzê da jî her ku diçe zêde dibe.
Dolar bi 27,45 TLyî dest bi hefteyê kir.
Euro bi 29,06 TL tê firotin.
Banka Navendî herî dawî di 21ê Îlonê de bi 500 puan zêdekirina faîzê rêjeya polîtîkayê ya beriya hilbijartinan ji sedî 8,5 zêde kiribû ji sedî 30.
Gram zêr kêm bû
Hikûmeta Dewletên Yekbûyî dê heya 17ê Mijdarê negire.
Bi van geşedanan re bihayê zêran bi kêmbûnê dest bi hefteyê kir.
Zêrê Gramî bi hezar û 626 TLyî tê kirîn.
Zêrê ONS jî daket 1855 dolarî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin