Doktorê li Tirkiyê cara ewil neqla dil kiribû, wefat kir

27 hezîran 2019 01:25
Doktorê li Tirkiyê cara ewil neqla dil kiribû, wefat kir

PeyamaKurd- Doktor Kemal Beyzait ku cara ewilî li Tirkiyê neqla dil kiribû û beşa neştergeriya dil û damaran danî bû, di 89 saliya xwe koça dawî kir. Sedema koça wî pirsgirêkên di organên wî de habûn û hem bi temen bû. Beyazît xizmeteka baş di neştergeriya dil û damaran de kiribû û hem bi hezaran pisporan perwerde kiribû.

Cenazê Dr. Kemal Beyazit wê roja înê siet di 10.00 an de li ber nexweşxaneya Siyamî Ersek ya dil be û jê re merasim dê bêkirin û li Goristana Karacaahmed bê definkirin.

Dr. Kemal Bayazit, di sala 1930an de li bajarê Kurdistanê li Maraşê hatiye dinyayê. Di sala 1954an de ji fakulteya tibbê ya Zankoya Îstenbolê derçûye. Beyazit di sala 1963an de diçe Brîtanyayê û di neştergeriya dil de xebata xwe dike. Cara ewilî li Tirkiyê di sala 1965an de, emeliyata protez replazmana 3 qelpaxê dil çêdike.

Di mijarê de gelek xebatên wî hene û bi hezaran nexweşan ji dilên wan emeliyat kiriye û bypassan kiriye û hem ew kese cara ewilî dil neqilkiriye bo nexweşekî.