DNOyê hilberîna petrola Herêma Kurdistanê 12% zêde kir
PeyamaKurd - Kompaniya DNO ya Norwecî ku li Herêma Kurdistanê hilberîna petrolê dike, di çaryeka sêyem a sala 2020an de, hilberîna xwe bi rêjya ji sedî 12 ango 113 hezar û 700 bermîl zêde kir.
Rêveberê Giştî yê Kompaniya DNO Bîcan Musewer Rehmanî îro Pêncşemê ragihand ku “Berevajî pêşbîniyên me li herdu kêlgehên Tawkê û Pêşabûr berhemanîna petrolê zêde bûye. Bi saya kêmtir xercî û zêdetir xebatê ev bûye.”
Rehmanî got: “Di meha hezîranê de tîmên me li Kurdistanê dest bi xebatan kir û bi xerciyên kêmtir û xebatên zêdetir çareseriyeke zêdetir bo berhemanîna petrolê dîtine û encamên wê jî îro diyar dibînin.”
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, li Tawkê û Pêşabûr projeya berhemanîna gaza sirûştî ku naverasta îsal destpê kiriye berdewam e û tê pêşbînîkirin ku derxistina wê destpê bike.
Kompaniya DNO da xuyakirin, li gorî dahata wan nirxê petrola ku hilberandine du qatan zêde bûye û gihîştiye 163 milyon dolaran.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin