Diyarbekir | Pêsangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê ya Yekem tê lidarxistin
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê, di navbera 2 û 10ê Cotmehê de Pêşangeha Pirtûkan a Mezopotamyayê ya Yekem tê lidarxistin. Kesên dixwazin beşdar bibin û serdanê bikin, divê derzî bûbin û herwiha ji Herêma Kurdistanê jî dê gelek nivîskar bi berhemên xwe beşdar bibin.
Bi pêşengiya Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê, ji aliyê Kompaniya Pêşangehkariyê ya Diyarbekirê DÎFAŞê ve, di navbera 2 û 10ê de, dê Yekem Pêşengeha Pirtûkan a Mezopotamyayê were lidarxistin ku dê piştî serdema şewbê, yekem pêşangeha pirtûkan be ku dê li Diyarbekirê were lidarxistin.
Di Pêşengeha Pirtûkan a Mezopotamyayê de, wê gelek nivîskarên Kurd derfeta hevdîtinê bi xwendevanên xwe re jî bi dest bixin û derbarê pirsgirêkên weşangeriya Kurdî de jî dê konferans û panel werin lidarxistin.
Ji aliyê amadekarên Pêşengeha Pirtûkan a Mezopotamyayê ve ji bo serdêr û beşdaran hat ragihandin ku, ji bo serdan û beşdariyê derzîbûn wek mercê sereke ye û bang hate kirin ku kesên bixwazin beşdarî pêşangehê bibin derziya xwe li xwe bidin û herwiha hat amajekirin ku dê bergiriyên xweparastina ji vîrusa Koronayê jî dê di pêşangehê de werin cîbicîkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin