Diyarbekir | 122 saet pistî hilwesîna avahiyê jinek bi birîndarî hat derxistin

11 sibat 2023 15:03
Diyarbekir | 122 saet pistî hilwesîna avahiyê jinek bi birîndarî hat derxistin

PeyamaKurd – Li Diyarbekira ku ji ber erdhejên navenda Mereşê mexdûr bû, 122 saet piştî hilweşîna avahiyê, jinek bi birîndarî hat derxistin.

Xebatên rizgarkirinê yên ku ji teref AFAD, UMKE, 112 Saziyên Tenduristiyê, polîs, cendirme û îtfaiyeyê ve li Avahiya Apartmanan a Sozelê ya li Kolana 2yemîn a navçeya Yenîşehîrê ya ku di erdhejê de hilweşiyayî berdewam kir.

Maşallah Çîçekê 55 salî piştî 122 saetan ji bin xirbeyan hat xilaskirin.

Çîçek ê ku bi birîndarî ji binê kavilan hat derxistin ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneyê.