Diyabekirî ji reklam û danasîna bajêr a otomobîla Audiyê pir kêfxwes bûn...

17 nîsan 2022 15:39
Diyabekirî ji reklam û danasîna bajêr a otomobîla Audiyê pir kêfxwes bûn...

PeyamaKurd – Kompaniya otomobîlan a navdar Audî reklama xwe ya modela nû li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê kişand ku danasîna bajarê qedîm Diyarbekirê tê de hat kirin.

Piştî belavbûna vîdyoya reklama Audiyê ku tê de behsa çand, dîrok û muzîka Diyarbekirê jî tê kirin, li ser medya civakî gelek parvekirinên kêfxweşiyê hatin kirin.

Di parvekirinên ser medya civakî de, ev karê reklamê ku Audiyê bajarê Diyarbekirê ji bo wê hilbijartiye hat pîrozkirin.

Pîşesaz, rojnamevan û niştecihên Diyarbekirê dibêjin, Audiyê reklameke gelekî baş ji bo bajêr kiriye ku wan nekariye heta niha reklameke wiha baş bikin.