"Divê li Silêmanî alozî û êrisa ser navendên hizban bên rawestandin"
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku ji ber têkdana aramiya bajarê Silêmaniyê ew pir dilteng in û ji hêzên ewlekariyê jî xwest ku berpirsiyariya xwe bicîh bînin.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî derbarê bûyerên Silêmaniyê de peyamek belav kir û ragihand: “Em li hember têkdana aramiya bajarê Silêmaniyê pir dilteng in. Ji bo vê yekê jî em daxwaz dikin demildest teqekirina li hember baregahên partiyan bidawî bibe û hêzên ewlekariyê jî berpirsiyariya xwe bicîh bînin, baregah û navendên hemû aliyan biparêzin.”
Nêçîrvan Barzanî ji hemû aliyan jî xwest ku bi xwînsarî tevbigerin û ji ber gumanên xwe yên derbarê encamên hilbijartinan de jî bi riyên asayî giliyên xwe li cem Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan tomar bikin.
Nêçîrvan Barzanî ji hemû aliyan xwest asayîş û aramiya civakî ya bajarê Silêmaniyê li ber çav bigrin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin