'Divê encamên dosyeya radestkirina Mistefa Selîmî bo Îranê werin eskere kirin'
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku du lijneyên Parlamentoya Kurdistanê daxwaza eşkerekirina encamên lêkolînên dosyaya radestkirina Mistefa Selîmî kirine û dane zanîn, wî kesî hewara xwe anîbû Herêma Kurdistanê, lê hin kesên diyar ew radestî Îranê kirin û Îranê jî ew darve kir.
Lijneyên navxwe û mafê mirovan ên Parlamentoya Kurdistanê di civîneke çapemeniyê de daxwaz kirin,ew lijneya ku pêk hatibû ji bo dosyaya radestkirina Mistefa Selîmî ji Îranê re, encamên pêdeçûnên wan werin ragihandin.
Herdu lijneyan ew daxwaz pêşkeşî cîgirê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kirin û diyar kirin, divê ew lijneya ku bo lêkolîna wê dosyayê hatibû pêkanîn, bila encamên lêkolîna wê lijneyê bên aşkera kirin.
Lijneyan ragihand: “Me ev beyan bi fermî pêşkeşî serokatiya parlamentoyê kiriye, em li bendê dibin ku demeke diyar de bersiva me bê dayîn. Eger na rastî divê ji raya giştî re bên eşkere kirin. Wî kesî hewara xwe anîbû Kurdistanê ku jiyana wî parastî be. Lê ji aliyê hin kesên diyar ve ew hat radestkirin û encama wê jî ew bû wekî ku me hemûyan dît.”
Mistefa Selîmî meha Nîsana 2020ê ji ser Rojhilatê Kurdistanê ve hatibû Herêma Kurdistanê û ji aliyê taximê xwefiroş ê 16ê cotmehê ve radestî Îranê hatibû kirin û piştre jî Îranê ew bidarve kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin