Dîplomatên Îngîlîz do ji Rûsya veqetiyan

24 adar 2018 23:32
Dîplomatên Îngîlîz do ji Rûsya veqetiyan

23 dîplomatên Brîtanî bi malbatên xwe ve ji Rûsyayê, ji payîtext Moskovayê veqetiyan û çûn welatê xwe.

3 heb mînîbus ji herêma balyozaxneya Brîtanya dîplomatan birin balafirgehê. Xebatkarên din yên li balyozxanê man hevalên xwe ji hewşa balyozxanê verêkirin.

Brîtanya jî roja sêşemê 23 dîplomatên Rûsî bi malbatên wan ve ji Londrayê şandibû Rûsyayê.