Dinya jî Îranê dixwaze Kurdekî îdam neke

02 gulan 2018 23:14
Dinya jî Îranê dixwaze Kurdekî îdam neke

PeyamaKurd - Rêxistina Lêborîna Navdewletî - Amnesty International daxwaz ji desthilatdarên Îranê dike, sizaya bidarvekirina li ser çalakvanê siyasî yê Kurd Ramîn Husênpenahî bi zûtirîn dem hilweşîne.

Rêvebirê wê rêxistinê Fîlîp Loter dibêje, neyeksaniyek zêde di proseya dadgehkirina Ramîn de hatiye tomarkirin, û cihê işkenceyê jî, li ser laşê wî diyar e.

Duhî birazayeke Ramîn Husênpenahî bi navê Niştiman, piştî ku hevjînê wê tê girtin, dawiyê bi jiyana xwe tîn e.

Malbata Husênpenahî ji ber çalakiyên wan ên siyasî, heta niha 5 kesên xwe ji dest dan e û çar endamên din yên wê malbatê, di zîndanên Îranê de girtî ne.