Dinya dikele: Li Fransayê di rojekê de 109 kesan canê xwe ji dest da

27 hezîran 2026 18:53

Hate ragihandin ku 26ê hezîranê li Parîs a peytexta Fransayê 109 kesan ji ber bandorên germahiya zêde canê xwe ji dest da. 

Dinya dikele: Li Fransayê di rojekê de 109 kesan canê xwe ji dest da

RûpelNews - Pêla germê, ku ev çend roj in li Fransayê berdewam dike, bandoreke neyînî li ser tenduristiya giştî dike. Li gorî nûçeyeke saziya weşanger a giştî Franceinfo, ku li ser daneyên ji xizmetên tibbî yên lezgîn bingeh girtiye, duh li Parîsê 109 kes mirin, ku tê bawer kirin ji ber germa zêde bûye.

Hat destnîşankirin ku ev hejmar tenê mirinên ku li mal û cihên giştî qewimîne dihewîne, lê mirinên li xizmetên lênêrînê û nexweşxaneyan di nav van hejmaran de nînin. Hat ragihandin ku, di rojeke asayî de di heman dema salê de, li Parîsê heft kes jiyana xwe ji dest didin.

Bûyerên celteya dil zêde dibin

Digel ku duh li Parîsê 30 kes wekî ku tûşî celteya dil bûne hatin tomarkirin, hat ragihandin ku pileya laşê nexweşekî ku ji ber germahiya bilind tûşî lêdana germê (heatstroke) bûbû, 43.7 pile bû.

'Plana Rewşa Awarte' li nexweşxaneyan ket meriyetê

Li nexweşxaneyên Parîsê û deverên derdora wê, ku germahiya zêde bandorê li wan dike, 'plana rewşa awarte' ket meriyetê. Li gorî vê planê, ku di şert û mercên awarte de tê aktîvkirin, karmendên tenduristiyê yên di betlaneyê de ne ji nû ve vedigerin ser kar, kapasîteya cihan tê zêdekirin û emeliyatên ne-lezgîn tên paşxistin.

Alarma sor li 37 parêzgehan

Saziya meteorolojiyê ya Fransayê, Météo-France, ragihand ku ji ber germahiya zêde, li 37 parêzgehan, di nav de Parîs û derdora wê, alarmên sor û li 48 parêzgehan jî alarmên porteqalî hatine ragihandin.