Dijî Terorê ya Iraqê 20 terorîstên DAISê girt

30 tîrmeh 2021 15:59
Dijî Terorê ya Iraqê 20 terorîstên DAISê girt

PeyamaKurd - Dijî Terorê ya Iraqê di nava 48 saetên borî de, 20 terorîstên DAIŞê girt.

Dezgeha Terorê li ser hesabê xwe yê facebookê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir:

‘‘Piştî ku hêzên me roja Çarşemê 14 çeteyên DAIŞê girtin.

Roja Pencşemê jî hêzên me 3 çekdarên din ên DAIŞê jî li parêzgehên Diyale, Kerkûk û Selahedînê, bi alîkariya Hêzên Asayîşa Silêmaniyê hêzên me 3 çekdarên DAIŞê li Silêmaniyê girtin.

Bi giştî hêzên me di 48 saetên dawî de li Iraqê 20 çekdarên DAIŞê girtin.”