Dibe ku Zelenskiy bixwe besdarî Lûtkeya G7ê bibe

19 gulan 2023 18:00
Dibe ku Zelenskiy bixwe besdarî Lûtkeya G7ê bibe

PeyamaKurd- Di nûçeya ku ajansa fermî ya Kyodoyê ya li ser çavkaniyên hikumeta Japonyayê ye de hat destnîşankirin ku beriya niha hatibû ragihandin ku Zelenskiy dê bi awayê online beşdarî lûtkeyê bibe lê hat zanîn ku dibe ew bi xwe di nav lûtkeyê de cih bigire.

Di çarçoveya bernameya lûtkeya plankirî de tê çaverêkirin ku rêber civîneke taybet li ser qeyrana Ukraynayê li dar bixin.

Di hegera serdana wî ya muhtemel de ew dê piştî şerê Rusyayê, bibe yekem gera Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ya ji bo herêma Asyayê.

Hat diyarkirin ku Zelenskiy dikare bi rêberan re bicive û armanc bike ku hevgirtina heyî ya welatên G7ê bi Ukraynayê re xurt bike.

Civîna bilind a ku bi mazûvaniya Japonyayê bi beşdariya serokên Amerîka, Fransa, Brîtanya, Almanya, Kanada û Îtalyayê pêk tê, dê di 21ê Gulanê de bi dawî bibe.

Her wiha Serokên Yekîtiya Ewropayê (YE), Endonezya, Hindîstan, Koreya Başûr, Awûstralya, Brezîlya, Vîetnam û nûnerên saziyên navneteweyî jî ji bo lûtkeyê hatine vexwendin.