Dibe ku qada esmanê Rojavayê Kurdistanê bo firînê bê qedexekirin
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê û egera ragihandina qedexekirina esmanên Rojava ji firînê re daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya hevpeymaniya navdewletî de hat diyar kirin, “Di rewşa niha de pêdivî bi ragihandina qada ji firînê re qedexekirî nîn e, lê di pêşerojê de em vê pêwîstiyê paşguh nakin û her tim di rojeva me de ye.”
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku pêşengiya wê Amerîka dike berî çend rojan li bajarên Heseke û Kobanê yên Rojavayê Kurdistanê sîstema parastina esmanî bicih kiribû. Hatibû ragihandin ku ew sîstema radar li hember gefa êrişeke esmanî ya li ser Rojavayê Kurdistanê hatiye bicihkirin. Herwiha hatibû diyarkirin ku ew sîstema parastina esmanî di rojên pêş de li Reqa û Dêre Zorê jî dê werin bicihkirin.
Li ser van rûdanan çavdêr û pisporên siyasî yên li herêmê ragihandibûn ku dê esmanê Rojavayê Kurdistanê ji firînê re were qedexekirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin