Dibe ku Îsraîlê li dijî Lubnanê dest bi operasyoneke bejahî kiribe

29 îlon 2024 14:47
Dibe ku Îsraîlê li dijî Lubnanê dest bi operasyoneke bejahî kiribe

PeyamaKurd – Du rayedarên Amerîkî yên ku ji medya Amerîkî re axivîne, bal kişandine ser zêdebûna tevgera leşkerî ya Îsraîlê li ser sînorê Lubnanê û gotine, “Dibe ku artêşa Îsraîlê sînor derbas kiribe û dest bi operasyoneke biçûk a bejahî kiribe.”

Herwiha hatibû îdîakirin ku Îsraîla ku şerê xwe yê li Xezeyê biriye Lubnanê û bi dû re sekreterê giştî jî di nav de li gelek serkirdeyên Hizbullahê suîqest pêk anî, dê dest bi operasyoneke sînordar ya bejahî jî bike.

Îsraîlê doh êvarî jî ji qada esmanî ve êrîşî Lubnanê kir û li ser vê yekê di çapemeniya Amerîkayê de van îdiayan cih girt: “Ji bo ku sengerên Hizbullahê ji holê rake, dibe ku Îsraîlê dest bi operasyoneke sînordar a bejahî kiribe.”

Du rêvebirên ku li gel ABC Newsê axivîn, ragihandin ku “Dibe ku Îsraîlê li hemberî sengerên Hizbullahê dest bi operasyoneke dorteng a bejahî kiribe, an jî ji bo operasyoneke bi vî rengî pêk bîne, di nava amadekariyan de be. Wan rêvebiran ev îdiaya xwe spart tevgera artêşa Îsraîlê ya li ser sînor tê dîtin.

Heman rêvebiran her weha gotin ku “Îsraîlê heta niha biryarek nedaye ku êrîşeke dorfireh a bejahî bibe ser Lubnanê, heger biryareke bi vî rengî bê dayîn jî ew li bendê ne ku ev operasyon dê zêde ne dorfireh be.”