Di serê pistî êrîsa ser otêlê de 16 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêxistina El Şebab li paytexta Somaliya Mogadîşuyê bi ser hotêlekê de girtiye û piştî rehîngirtina bi dehan kesan û di şerê bi hêzên ewlehiyê re de, 16 kes jî hatine kuştin.
Li gorî zanyariyan bûyer êvara doh Yekşemê rû daye û çekdarên El Şebab êrîşî hotêla Îlat a li Mogadîşu ya paytexta Somalyayê kirine û bi dehan kes û geştiyarên di nava wê hotêlê de rehîn girtine.
Hat diyarkirin çekdarên El Şebabê bi hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Somalyayê ketine şer ku şerê navbera wan pênc saetan dom kiriye.
Hikûmeta Somalî ragihandiye ku piştî şer hemû çekdarên El Şebabê hatine kuştin û rehîne hatine rizgarkirin, lê nehat zelalkirin bê kesên sivîl jî di nav kuştiyan de hene yan na.
Rêxistina El Şebab girêdayî El Qaîdeyê ye ku bi salan e li welatê Somalî êrîşan pêk tîne û dibe sedema kuştina bi hezaran kesan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin