Di qezayê de 25 kes mirin û 35 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Li gor ragihandina malpera Misrê ya bi navê Exbar el-Yewm; li bajarê El-Minye otobusekî rêwiyan li kamyona ku rawestiyabû xist û di encamê de 25 kes mirin û 35 kes birîndar bûn. Kesên di qezayê de mirine piraniya wan ji bajarên Sohac û Asyût ê ne.
Wezareta hevkariya civakî ya Misrê ragihandiye ku wê alîkariya pere bide kesên di qezayê de mirine û birîndar bûne.
Li gor ragihandina fermî otobus ji bajarê Sohacê diçû payîtext Qahîrê û ji pare li kamyona ku rawestiyabû û lastîka xwe diguhert xist.
Di xeberê de hat gotin ku serdozgeriya Misrê di derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kiriye.
Li Misrê gelek caran qezayên weha dibin Misir di ewlehiya rê de, di nav welatên Ereb de di rêza 16 an de ye û di dinyayê de di rêza 109 an de ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin