Di pîrozbahiya Newrozê de Cizîr tevlihev bû: Gelek kes hatin binçavkirin

20 adar 2024 23:30
Di pîrozbahiya Newrozê de Cizîr tevlihev bû: Gelek kes hatin binçavkirin

PeyamaKurd – DEM Parti piştî li bajarê bakûrê Kurdistanê li Şirnexê ahenga pîrozbahiya Newrozê kir, gelek kes hatin binçavkirin. Li Cizîrê jî DEM Partiyê li taxa Cumhuriyetê cejna Newrozê pîroz kir û piştî ahenga Newrozê hinek kesên maske xistibûn rûyê xwe, bi polîs re ketin nav pevçûnê.

Polîs, xwest wan ji hev bela bike lê grûb tevgera xwe dewam kir û polîs bi ava şid û bombeyên xazê êrîş kir ser xwepêşandêran.

Polîs gelek kesan xist binçav û wan bir baregeha asayîşê da îfadên wan bigre.