Di noqava teknê de 5 kes mirin û 7 kes wenda ne

15 tebax 2023 00:36
Di noqava teknê de 5 kes mirin û 7 kes wenda ne

PeyamaKurd – Li welatê Tûnisê li peravên ava bajarê Safaksê tekna ku koçberan hildigirt noqav bû di encamê de 5 kes mirin û 7 kes wenda bûn.

Berdevkê dadgeha Esliyê ya Safaksê Fevzi el-Masmudi bûyerê ji bo medyayê ragihand. Masmûdî weha got:

“Di teknê de piraniya wan Tûnisî bûn û 35 kes bûn. 23 ji wan hatin rizgarkirin û cesedê 5 kesan hat dîtin. Ji Sahra jêrîn malbatekî ji 3 an 4 kesan pêkdihat hebû. Lêgerîna 7 kesên din dewam dike.”

Kesên di teknê de mirin û hatin rizgarkirin dixwestin herin welatên Ewrûpayê.