Di navbera xwediyên navendên rehabîlîtasyonan de pevçûn: 1 mirî, 6 birîndar

05 sibat 2022 22:13
Di navbera xwediyên navendên rehabîlîtasyonan de pevçûn: 1 mirî, 6 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê di navbera xwediyên du navendên rehabîlîtasyonan de şer derket û di encamê de kesekî mir û 6 kes birîndar bûn. Bûyer li dora nîvro çêbû.

Hat ragihandin ku Hikmet Demir, S.D. û kesekî dinê çûne taxa ew kesê ku weka wan xwediyên navenda rehabîlîtasyonê ne yên bi navên C.Ö., R.K., D.T. û N.Ö. Di navbera wan de pevçûn derket. Di şer de demançe û kêr hatin bikaranîn û 7 kes birîndar bûn.

Li ser bûyerê polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Hikmet Demir yê ku giran birîndar bû, birin nexweşxanê lê li nexweşxanê can da.

Hat gotin ku pevçûna navbera her dû aliyan ji ber reqabetê ye.