Di navbera Rojava û rejîma Esad de peymanek hat çêkirin!

23 rêbendan 2023 20:00
Di navbera Rojava û rejîma Esad de peymanek hat çêkirin!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, şandeke bi serokatiya Hevserokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Bedran Çiya Kurd, serdana Şamê kir û bi rayedarên rejîmê re hevdîtin pêk hanî.

Li gorî nûçeya rojnameya Şakul Avsatê, di serdana hat kirin de aliyan li ser yekparçeyiya axa Suriyeyê û yek alekê li hev kirine. Her wiha şanda Rêveberiya Xweser û berpirsên rejîmê, li ser nûkirina rêkeftina di navbera herdu aliyan de ku di sala 2019an de li ser şandina hêzên artêşa Suriyeyê ya ji bo Rêveberiya Xweser a Rojava hatibû encamdan, gotûbêj kirin.

Li gorî ragihandina hin çavkaniyên ji Rojava, hevdîtin di atmosfereke erênî de derbas bûne û heta ku Tirkiye hêzên xwe ji Suriye û Rojava nekşîne, rejîma Esad tu peymanê destnîşan nake.

Demek bû Meclisa Suriyeya Demokratîk (MSD) hewil dida ku bi rêveberiya Suriyeyê re ji nû ve dest bi diyalogê bike, lê bi ser neket.

Her wiha îdiakirin ku wî li yek ji welatên Kendavê di navbera Rêveberê Rojhilata Navîn û Afrîkayê yê Encumena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Brett McGurk û Serokê MÎTê Hakan Fidan ku vê dawiyê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kiribû, hevdîtineke veşartî pêk haniye.