Di navbera Kurdistan û Holandayê re protokola projeyên xizmetê hat îmze kirin
PeyamaKurd - Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistina VNG ya Holandayê protokoleke projeyên xizmetê îmze kirin.
Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî ragihand ku wan îro ligel rêxistina VNG ya Holandayê protokolek îmze kiriye û got, “Proseya xizmetê yek ji bingehên serekî ye di kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê de ye ku armanc hevtêgihiştin e. Guhertinên di çawaniyên pêşkeş kirina xizmetan de gelek pêwîst in, ji ber ku li gor vê planê ti hemwelatiyek namîne sûdmend nebe ji projeyên xizmetê.”
Sasan Ewnî destnîşan kir, projeyên xizmetên ji aliyê çawaniyê de jî guhertin tê de têne kirin û ew protokol hemû sektoran li xwe digre.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin