Di navbera Îsraîlê û Hîzbullahê de serekî dijwar derket
PeyamaKurd- Li gor ragihandina artêşa Îsraîlê li ser sînorê Lubnanê di navbera artêşa Îsraîlê û Hîzbûllah a Lubnanê de şerekî dijwar qewimiye. Di şer de sîlihên giran hatine bikaranîn. Artêşa Îsraîlê bo hemwelatiyên xwe yên ser sînorê Lubnanê, gotiye bila li malên xwe bimînin. Di dema şer de dengên teqînên mezin hatine.
Artêşa Îsraîlê devera bi navê Kafarşûbayê ya li başûrê rojhilatê Lubnanê kiriye hedefa xwe û hinek hedefan îmha kiriye. Berdevkê artêşa Îsraîlê albay Avichay Adraee, di ser hesabê xwe yê medya civakî de weha ragihand:
“ Bîstekî berê li herêma Cebel Rus ku dikeve başûrê Lubnanê, bîyerekî ewlekariyê çêbûye. Em li bûyerê dipirsin. Bila hemwelatî li malên xwe bimînin, ne pêwistbe bila erebeyên xwe najon, li sehayên vekirî yên weka sehayên zîraî û geryanê negerin û ev hemû hatine qedexekirin.”
Berdevkê artêşê, agahiyekî fireh nedaye lê çapemeniya Îsraîlê ragihandiye ku Hîzbûllah xwestiye alavên zirxî yên Îsraîlê bike hedefa xwe. Di pey bûyerê de artêşa Îsraîlê bi topên hawanê li devera Kafarşûbayê xistiye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin