Di navbera HTS û artêsa Tirk de ser: 4 kustî…
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nehiyeya Neyrab a parêzgeha Idlib a Sûriyê di navbera hêzên artêşa Tirkiyê û rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ya nêzî El Qaîdê de şerek rû daye û di encama wî şerî de 4 endamên HTŞê hatine kuştin.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirova li Sûriyê (SOHR) balafirên bêpîlot ên biçek (SİHA) yên Tirkiyê wesayîteke endamên HTŞê tê de bûn, li Neyrab a dikeve rojhilatê Idlibê kirine armanc û di bombardimanê de herî kêm 4 endamên HTŞê mirine û 3 jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku Tirkiyê piştî protestoyên dewriyeyên hevbeş ên Rûs-Tirk li ser rêya M$ wekî bersiv êrîş biriye ser HTŞê ku wan jî êrîşî hin xalên Tirk kiribûn.
Ev wekî yekem şerê navbera TSK û HTŞê de tê zanîn ku ev salan e HTŞ piraniya Idlibê kontrol dike û artêşa Tirkiye digel ku piştgiriyê dide komên din ên çekdarên opozîsyona Sûriyê jî ji HTŞê re bêdeng bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin