Di navbera hêzên Kurdî û komên çekdar de serekî giran derket

08 berfanbar 2020 13:59
Di navbera hêzên Kurdî û komên çekdar de serekî giran derket

PeyamaKurd – Di navbera hêzên Kurdî û komên çekdar de, li hêrêmên Ezaz û Minbicê şer û pevçûnên tund derketin.

Zanyarî destnîşan dikin, şeva borî di navbera hêzên Kurdî û çekdarên girêdayî Tirkiyê de, li eniya Ezazê li bakurê Helebê şer û pevçûn derketin.

Li gor çavkaniyên xwecihî diyar kirin, şer û pevçûn li nêzîkî her du gundên Kefer Kelbîn li başûrê Ezazê û Kefer Hesir li rojavayê wî bajarî derketin û çekên otomatîkî hatine bikaranîn.

Li herêma Minbic jî, şer û pevçûn di navbera şervanên Encûmena Serbazî ya Minbic û çekdarên komên girêdayî Tirkiyê derketine.

Şer û pevçûn li aliyê gundê el-Irêma li başûrê rojavayê Minbic derketine.

Heta niha her du aliyên şer, tu daxuyanî di derbarê encamên wan pevçûnan de nedane.