Di navbera çekdaran û hêzên rejîmê de serekî dijwar rû da: 55 kustî...
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundewarên Hemayê şerekî dijwar di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de rû daye û gundê Tencera ji aliyê hêzên Şamê ve hatiye kontrolkirin.
Li gorî zanyariyan di şerê rû daye de, 19 çekdarên bi ser Tirkiyê ve û 36 endamên hêzên rejîmê hatine kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand, piştî 24 saetan ku çekdar ketin gundê Tencera, hêzên hikumetê gundê Tencera (Menara) ê li Sehil El-Xab a li gundewarê bakurê rojavayê Hemayê careke din xist kontrola xwe.
SOHRê diyar kir ku hêzên hikumetê gelek caran hewl didan gund serwer bikin, lê hewldan bi bin diketin, paşê di saetên derengiya şevê de bi piştgiriya moşekan û bi dehan topavêjan gundê Tencera serwer kirin.
SOHRê encamên topbaranê tomar kirin û ragihand, herî kêm 36 hêzên hikumetê hatin kuştin, di heman demê de 19 çekdarên ji Tirkiyê piştgiriyê distînin hatin kuştin, lê muhtemel e hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber rewşa hin birîndaran di xeteriyê de ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin