Di nav 24 saetan de 14 hezar tûsbûyên nû hatin tomarkirin

17 adar 2020 22:00
Di nav 24 saetan de 14 hezar tûsbûyên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ragihand ku doh 16ê Adarê li seranserê dinyayê testa 14 hezar kesên din a covid-19 pozîtîv derketiye.

WHOyê ragihand, 13 hezar û 903 kesên din bi vîrusa koronaya ku li zêdetirî 150 welatan belav bûye ketine.

Li gorî rapora WHOyê hejmara tûşbûyan 167 hezar û 500 kesan derbas kiriye û hejmara kesên can dane jî di nav 24 saetan de guherî ye bi 862 kesên din gihîştiye 7 hezar û 165 kesan ku heta niha jî bi tevahî183 hezar û 198 tûşbûyên covid-19 hatine tesbît kirin.