Di nav 2 malbatên eqreba de pevçûn derket: 2 kustî û 4 birîndar hene
20 îlon 2024 03:06
PeyamaKurd – Li bajarê Ankara, li navça Kalecikê li kolana Îstasyonê, di navbera eqrebayan de, li ser mesela pera pevçûn derket, bi kêra li hev xistin û di encamê de 2 kes hatin kuştin û 4 kes birîndar bûn.
Her dû alî jî, karê firûne an ku nanpêjiyê dikin û li ser firotina nerewa, di navbera wan de pevçûn destpêdike. Aliyekî yê dinê bi kuştinê tehdîd dike û aliyê dinê dibêje ku dê giliyên wan ji polîs re bike û şerê navbera wan destpêdike.
Fatih Çekirdek û biraziyê wî Mücahit Çekirdek jiyana xwe ji dest didin û 4 kesên birîndar bi ambûlansan dibin nexweşxanê.
Polîs 5 gumanbaran dixe binçav û ap û birazî li goristanê dispêrin axê. Dibe jimara binaçvkiriyan zêdetir bibe.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Di navbera cîranan de pevçûn derket: 1 kustî û 3 birîndar
22 adr 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin