Di menuya Parlamentoya Turkiyê de berhemên Îsraîlê hatin boykot kirin

07 mijdar 2023 17:11
Di menuya Parlamentoya Turkiyê de berhemên Îsraîlê hatin boykot kirin

Peyamakurd : Li Parlamentoya Tirkiyeyê berhemên ku wek piştgirên Îsraîlê tên dîtin, bi biryara serokatiya Parlamentoyê ji menuyan hatine derxistin. Li gor agahiyên ku xebatkarên li nav parlamentoyê ragihandiye, berhemên wek nescafe û cocola di serî de, berhemên ku wek piştgirên Îsraîlê tên dîtin ji menuyên parlamentoya Turkiyê hatine derxistin û berhemên ku berê hatine kirîn jî dê ji bo dapoyan bên vegerandin. 

Hatiye ragihandin ku biryara boykotê bi sedema êrişên Îsraîlê yên ku li Xazzeyê dike hatiye girtin.