Di maça futbolê de 129 kes mirin
PeyamaKurd – Li Endonezyayê dema maça futbolê ku alozî derket, polîsan gaza rondikrêj bikar anî û ji ber îzdihamê 129 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di maça ku li stadyûma Kanjuruhan a eyaleta Rojhilatê Java bajarê Malang ê Endonezyayê hat lîstin de, tîma Surabayayê tîma Arema Malangê bi encama 3-2 têk bir û piştî vê encamê de di navbera alîgiran de pevçûn çêbû.
Polîsan ji bo aloziyê bidawî bînin gaza rondikrêj avêtin ser alîgirên futbolê û alîgirên di stadyûmê de ber bi deriyê derketina ji stadê de çûn ku di encama îzdihamê de, li gorî zanyariyên dawî 129 kes mirin.
Herwiha li gorî daxuyaniya navenda polîsê Rojhilatê Javayê zêdetirî 300 kes jî rakirine nexweşxaneyan ku gelek kesên mirine dema gihîştine nexweşxaneyan can dane.
Hat diyarkirin, niha 180 birîndar hene û rewşa hinekan giran e ku dibe hejmara mirinan hîn zêdetir bibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin