Di kestiya 7 hezar rêwî de vîrusa korona nehat dîtin

31 rêbendan 2020 02:07
Di kestiya 7 hezar rêwî de vîrusa korona nehat dîtin

PeyamaKurd- Îtalya keştiya kapasîteya wê 7 hezar rêwiye, bi sedema kontrola koronavîrusê xiste karantînayê. Keştiya bi navê Costa Crociere ya Cruise niha nêzî Romayê ye û li lîmana Civitavecchia ye. Di nava 7 hezar rêwiyan de 27 kes jê Tirkin û 2 kes ji wan Çînî ne. Tîmên tenduristiyê kontrola xwe ya bo vîrusê temam kirin û dewleta Îtalyayê ragihand ku di keştiyê de vîrusa coronayê tine ye.

Di dema kontrolê de dewleta Îtalyayê îznê neda 6 hezar kesî ku ji keştiyê derên. Lê her îhtîmalê didin ber çav û wê keştî tevî rêwiyan 24 sietên din jî di bin çavdêriya tenduristiyê de bimîne.