Di hilbijartinên Parlamentoyê Ewropayê kurdek bûye namzed

18 gulan 2019 20:06
Di hilbijartinên Parlamentoyê Ewropayê kurdek bûye namzed

PeyamaKurd - Murat Yilmaz ê ku bi eslê xwe ji bajarê Erzingan êBakurê Kurdistanê ye û di sala 1976an de li Almanyayê jidayîk bûye, di lîsteya Partiya Çep de beşdarî hilbijartinên Parlementoya Ewropayê (PE) dibe.

Ji bo bidestxistina kursiyê parlementeriyê, ji bo wekheviya civakî ew dixwaze xelkê Almanyayê deng bidin wî.

Murat Yilmaz diyar kir: “Pêwîst e deng ji me re were dayîn, ji ber ku em dibêjin em piştgiriya siyaseta wekheviya civakî dikin. Ev yekîtiya diravî bibe yekîtiya civakî. Em dibînin ku gelek newekheviyên civakî li Almanya û li welatên din ên Yekîtiya Ewropayê hene. Ew newekheviyên civakî em di bînin weke mînak di nebûna xanî û akincîbûnê de heye û me du sîstemên tendirustiyê hene û me şengsteyekê xirap heye û di perwerdeyê de  kêmasî hene.”

Mijarên girêdayî kar û karkeran, bacedan û zêdekirina mûçeyan ji partiya ku Murat Yilmaz berbijêrê wan e, giring in. Lê ew bi xwe eger baweriya dengderan bi dest bixe, dixwaze li parlementoya Ewropayê çi kar bike?

Yilmaz dibêje: “Ez  dixwazim di du waran de kar bikim, di pirsên dîjîtalîzeyê de, ez bi xwe şêwirmendê Information Tecnology (IT) me û em dibînin ku jîngeheke nû ya karkirinê û jiyanê heye û divê em lê binêrin çi li benda me ye. Gelek ji karkeran ji bo xebatê neguncayî ne. Pêwîst e kompanî û dewlet zêdetir veberhênanê di rahênan û perwerdekirina karkeran de bikin û di perwerdeyê de pêwîstiya me bi veberhênana zêdetir heye û pirseke din ku ez ji dil dixwazim ew e ku em dibînin Kurd li Almanyayê têne tawanbarkirin û rengên Kurdan li Almanyayê qedexe ne.”

Di navbera 23 bo 26ê Gulanê de her 68 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) deng didin ji bo parlementoya nû ya Ewropayê û zêdetirî 420 hezar kesan mafê wan ê dengdanê heye, lê hejmara Kurdan a konkirêt diyar nîne.