Di hefteya dawî de pêketinên herî zêde yên koronayê li Batmanê hatin tomarkirin

19 tebax 2021 23:10
Di hefteya dawî de pêketinên herî zêde yên koronayê li Batmanê hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Di hefteya dawî de, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara hejmara herî zêde ya pêketiyên koronayê di asta bajaran de, li bajarê Batmanê hat tomarkirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahettin Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye, di hefteya dawî de pêketiyên koronayê herî zêde li bajarên Batman, Bayburt, Aksaray, Gumuşhane û Erdxanê hatine tomarkirin.

Li gor amarên heftane yên di nav rêjeya 100 hezar kesî de têne hesibandin, herî zêde li Batman, Amed, Rîze, Çewlig û Sêrtê pêketiyên Koronayê hene.

Fahrettin Koca got: “Heta nexweşê dawî jî baş nebe korona bi dawî nabe. Lewra divê xelk pabendî tedbîran bin. Rêkarên mask, mesafe û paqijiyê bicih bînin.”